04:18 22 Hezîran 2018
Ala Rûsya û Amerîkayê

Gelo sererkanê Rûsya û DYAyê bo hevdîtina Pûtîn-Trump dicivin?

© AP Photo / Ivan Sekretarev
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin, Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov û hempîşeyî wî yê amerîkî Joseph Dunford sibê li paytextê Fînlandiya Helsinkiyê dê bên ba hev.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Fînlandiyayê, Gerasimov û Dunford, li paytext Helsinki ya Fînlandiyayê dê hevdîtinekê pêk bînin. Herdu sererkan Gerasimov û Dunford di dema hevdîtinên li Helsinkiyê, bi Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto û Sererkan Jarmo Lindberg re hevdîtinekê pêk bînin. Li gor nûçeyên ku hefteya borî di çapemeniya DYAyê de cih girtin de hat eşkerekirin ku Gerasimov û Dunford dibe bo pêşhevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê DYAyê Donald Trump bên ba hev.

Wall Street Journal hefteya borî agahiyên nûçeya ku spart çavkaniyek ji rêveberiya DYAyê, bibîr xist ku balyozê DYAyê yê Moskowê Jon Huntsman, bo organîzayona hevdîtina Trump-Pûtîn çû Washingtonê.

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Hemû cûrên astengkirinên bi motîvên siyasî û parêzerkar bo hemû aliyan bizerar in
Pûtîn: Fikra ku dê di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê şerek derkeve, dilê mirov dixelîne
Pûtîn biryara mueyîdeyên li dijî Amerîka û hevpeymanên wê îmze kir
Etîketan:
balyoz, serok, hevdîtin, Wall Street Journal, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de