05:54 21 Hezîran 2018
Serokê DYAyê Donald Trump- fitar

Trump, piştî salekê cardin li kevneşopiya berê vegeriya

© REUTERS / Joshua Roberts
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Spî bernameya xwarina fitarê li dar xist. Nûnerên misyon ên biyanî yên dewletên ku piraniya serjimara wan misilmanin beşdarî fitara trump bûn.

Di heyama serok Donald Trump de li Qesra Spî cara ewil xwarina fitarê hat dayin. Trumpê ku sala borî kevneşopiya 20 salî terikandibû û li Qesra Spî xwarina fitarê nedabû, îsal cardin li kevneşopiya berê ya bernameya fitarê vegeriya. Herçiqas kêmbeşdarbûnek pêk hatibe jî piranî nûnerên dewletên misilman ên Washingtonê beşdarî bernameyê bûn.

​Lîsteya navê beşdarvanan nehat eşkerekirin lê li gor ragihandina nûçegîhanên Qesrê nûnerên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî, Urdin, Misir, Tirkiye, Mîrîtiya Yekîtiya Ereban, Tûnûs, Iraq, Qatar, Bahreyn, Fas, Cezayir û Libya beşdar bûne.

Bi heman mijarî:

Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Koreya Bakûr ji Trump daxwaza veberhênanê kir
Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin
WSJ: Koşka Spî ji bo hevdîtina Putin û Trump amadehiyan dike
Etîketan:
kevneşopî, fitar, Donald Trump, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de