19:02 23 Hezîran 2018
F-35

DYA: Hezar kêmasiyên projeya F-35an hatin tesbîtkirin

© Sputnik / US Air Force
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Saziya Jimaryariya Dewletê ya Amerîkayê (GAO) ragihand ku di projeya F-35an wekî bernameya çekan a herî biha ya dinyayê tê zanîn de, bi qasî hezar kêmasiyan hatine tesbîtkirin.

GAOyê di rapora xwe ya salane de li ser mijara balafirên êrîşê yên nifşa pêncemîn diyar kir ku gelek kêmasiyên mezin hene.

Li gor raporê heta meha Çileya 2018an di projeyê 966 kêmasî hatine tesbîtkirin û ev kêmasî jî di kategoriya ewlehî û ewlekarîya balafirê de derketine ku dikarin ziyaneke xeter bidin projeyê.

Pisporên GAOyê destnîşan kirin ku divê heta Cotmeha 2019an ku hilberîna tomerî ya balafirê destpê dike, hemû kêmasiyên projeyê werin rakirin.

Hêjayî gotinê ye Tirkiye jî ji Amerîkayê dixwaze F-35an bikire, lê rayedarên amerîkî radigihînin ku ji ber peymana Tirkiyeyê ya pergalên parastina hewayî yên S-400an bi Rûsyayê re, dibe ku Tirkiye ji bernameya kirîna balafirên F-35an bê derxistin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş li ser mîtinga xwe daxuyanî da: Ji Edirneyê heta Amedê...
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê: Herî dawî em dê biçin Qendîlê
Komedyenê skoçî dixwaze bi pûtîn re gulaşeke 'erotîk' bike
Xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê hatin berdan
Berdevkê AKPê: Artêşa me berbi Qendîlê ve diçe
Şervan Derwêş: Em hebûna leşkerî Tirkiyeyê li Minbicê qebûl nakin
Etîketan:
S-400, Tirkiye, Kêmasî, Amerîka, F-35
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de