03:06 18 Hezîran 2018
Akademisyenê kurd Dr. Janroj Yilmaz Keleş

Dr. Keleş: Armanca konferansê pêşxistina xebatên li ser kurdan bû

© Sputnik /
Amerîka
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 0 0

Di rojên 1-2yê Hezîranê de li bajarê Chicago yê Amerîkayê bi pêşengtî û piştgiriya aborî ya hiqûqnasê kurd Metîn Serbest konferanseke bi navê "Konferansa Lêkolînên Kurdî ya Serbest" hat lidarxistin. Beşdarvanê konferansê Janroj Yilmaz Keleş diar kir ku ji bo pêşxistina xebatên li ser kurdan û peywendiya lêkolînerên kurd hat birêvebirin.

Di rojên 1-2yê Hezîrana 2018a de li eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê li Zanîngeha Northwesternê ya li bajarê Chicagoyê, ku yek ji zanîngehên herî navdar ên cîhanê ye, konferanseke bi sernavê "Serbest Kurdish Studies Conference" (Konferansa Lêkolînên Kurdî ya Serbest) hat birêvebirin. Di derbarê konferansê de yek ji beşdarên konferansê û akademisyenê kurd ê ji Zanîngeha Middlesexê ya li Brîtanyayê Dr. Janroj Yilmaz Keleş ji bo Sputnik Kurdistanê axivî.

'KOFERANS BI PÊŞENGTÎ Û PIŞTGIRIYA ABORÎ YA HIQÛQNASÊ KURD METIN SERBEST HAT LIDARXISTIN'

Dr. Janroj Yilmaz Keleş bal kişand ser ku konferans bi pêşengtî û piştgiriya aborî ya hiqûqnasê kurd Metin Serbest hatiye lidarxistin û wisa berdewam kir: "Konferans li zanîngeha navdar a li Chicagoyê, Zanîngeha Northwesternê hat birêvebirin û di konferansê de nêzikî 30 kesan xebatên xwe pêşkeş kirin. Koferans bi axaftina amadekarên koferansê hiqûqnasê kurd Metin Serbest, ji Enstituya Buffettê Dr. Ayça Alemdaroglu û Dr. Bruce Carruthers destpê kir."

'ARMANC XURTKIRINA XEBATÊN KURDÎ Û PEYWENDIYÊN LÊKOLÎNERÊN WAN XEBATANAN BÛ'

Dr. Keleş derbarê armanca konferansê de ev tişt anîn ziman, "Armanca konferansê piştgirîdayîna xebatên kurdî, belavkirina lêkolîn û agahiyan û herwisa pêşxistina peywendiya di navbera lêkolînerên xebatên kurdî bû. Beşdarên konferansê di nava wan 2 rojan de di çarçoveya geşedanên siyasî yên li Kurdistanê de û herwisa ji aliyê dîrokî, siyasî û sosyolojîk ve behsa polîtîkayên hêzên herêmî û navdewletî yên li hemberî kurdan kir."

'XEBATÊN SOSYOLOJÎK ÊN Lİ SER KURDAN JÎ BEŞEKE GIRÎNG A KONFERANSÊ BÛN'

Akademisyenê kurd li ser naveroka xebat û lêkolînên hatin pêşkeşkirin jî wisa axivî, "Di xebatên kefoferansê de herî zêde mijarên wekî kolonîkirina Kurdistanê, têkoşîna kurdan a li Başûr, Bakuri Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, fişara leşkerî, siyasî û çandî ya ku ji aliyê dewletên li herêmê ve li kurdan tê kirin, encamên şer û tundiya ku gelê kurd lê rast tên û dîrok, aktor û encamên têkoşîna kurdan a li hemberî şer û tundiyê hatin pêşkeşkirin. Li gel vê yekê lêkolînên miqayesekirî yên li ser aşitî û mafê biryardayîna qedera xwe yê kurdan jî hatin pêşkeşkirin. Di konferansê de beşeke din a girîng jî li ser xebatên sosyolojîk ên derbarê kurdan de bû. Herwisa mijarên wekî zirardayîna şer a li kurdan, koçkirina gelê kurd, tevgerên civakî yên derneteweyî yên li dîaspora kurdan û bandora wan a li ser Kurdistanê, guhertinên siyasî, civakî, olî û aborî yên ku di encama şer de li nav gelê kurd qewimîn, xebatên kurdî yên li Ewropa û Amerîkayê û pirsgirêkên ku ew lê rast tên hatin nirxandin."

JI GELEK WELATAN AKADEMISYEN Û LÊKOLÎNER BEŞDAR BÛN

Dr. Keleş derbirî ku ji Amerîka, Brîtanya, Kanada, Kurdistan, Îspanya, Misir, Swêd û Tirkiyeyê lêkolîner û akademisyenên ku di warê lêkolînên kurdî de xebatên girîng kirine, beşdarî konferansê bûn û hinek navên beşdaran wisa rêz kir: Abbas Vali, Naif Bezwan, Janroj Yilmaz Keleş, Leyla Neyzi, Mehmet Gurses, Nilay Ozok-Gundogan, Kamal Soleimani, Guney Yildiz, Cengiz Guneş, Michael Gunter, Ozlem Belçim Galip, Veli Yadirgi, Yeşim Yaprak Yildiz, Amy Austin Holmes, Zeynep Oguz, David Romano, Sean Lee, Haluk Baran Bingol, Ahmad Mohammadpour, Vera Eccarius-Kelly, Deniz Duruiz, Emre, Turkut,Fatma Muge Gocek, Peshawa Abdulkhaliq Muhammed, Welat Zeydanlioglu, Ipek Yosmaoglu, Sinan Erensu, Danny Postel, Onur Bakiner, Senem Aslan, Ipek Demir û hinek akademisyen û lêkolînerên din.

Bi heman mijarî:

Hêza HAT a Rojava rêveberê partiyeke kurdî li Kobaniyê binçav kir
Danezana HAK-PARê ji bo hilbijartinê: Federasyonê û fermîkirina zimanê kurdî
Li Amerîkayê 'Konferansa Xebatên Kurdî ya Serbestê' destpê kir
Wezareta tirkî 10 berhemên kurdî çap dike
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Etîketan:
Zanîngeha Northwesternê, Konferansa Xebatên Kurdî ya Serbestê, Akademisyenê kurd, Janroj Yilmaz Keleş, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de