18:57 23 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokoamrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Tê gotin ku Tirkiyê ji Rûsyayê çekan çekan bikire dibe ku ji bernameya F-35 were derxistin, di vî warî de daxuyanî tên dayîn. Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wes Mitchell jî daxuyaniyeke di vî warî de da û diyar kir ku peymanên Tirkiyê yên leşkerî bi Rûsyayê re dibe ku bandorê li peywendiyên wê yên bi Amerîkayê re bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wes Mitchell di civîna Weqfa Mîrateyên Navdewletî ya li Washingtonê axivî û got, dibe ku Tirkiyê ji bernameya F-35an ku şirîkê wê ye, were derxistin.

Mitchell di civînê de li ser pirsekê got, "Di mijara F-35an de, ger ew (Tirkiye) çekên rûsî bikirin, ev tê wê wateyê ku ew tev li projeyên amerîkî jî dibin."

Ji wextê ku Tirkiyê û Rûsyayê di mijara radestkirina pergalên parastina hewayî ya S-400î peymanek girêda ne ji Amerîkayê gelek caran daxuyanî tên dayîn ku ev yek dê zirarê bide peywendiyên herdu aliyan.

Ji aliyê din ve tê payîn ku F-35 ên nifşê 5emîn ku Tirkiyê yek ji şirîkên hilberîna wan e, 21ê Hezîranê werin radestkirin. Senatoya Amerîjayê bi pêşnûmayasayekê daxwaz kiribû ku Tirkiyê ji bernameya F-35an were derxistin.

Pêşnûmayasa bi halê xwe yê ku li Meclisa Nûneran hatibû pejirandin radestkirina F-35an bo Tirkiyê radiwestînê lê hêj ev pêşnûmayasa nehatiye misogerkirin.

Bi heman mijarî:

Ji bo Tirkiyê alternatîfa balefira Amerîkayê F-35 balefira rûsî Su-57
Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir
Nivîsa vexwendnameya fermî ya ji bo F-35an gihişt destê meqamên tirkî
Pisporê rûsî: Amerîka ditirse ku teknolojiya F-35an têkeve destê Rûsyayê
‘Enqere vê gav piştrast nake ku wê ji ber F-35an ve balefirên rûsî Su-57an bistîne’
Gelo firotina F-35an bo Tirkiyê tê betalkirin?
Etîketan:
Pêşnûma, Peyman, F-35, Weqfa Mîrateyên Navdewletî ya li Washingtonê, Cîgirê Wezîrê Der ve yê Amerîkayê, Wes Mitchel, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de