22:12 18 Hezîran 2018
Şervanê YPGê û leşkerê Amerîkayê li Sûriyê - Dêrik

Pompeo: Kurd di nav de hemû gelên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dê siberoja welatî diyar bikin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoeyî derbarê armancên HSDê yên ji operasyona Deşîşaya Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser navê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeoyî de daxuyaniyek derbarê operasyona HSDê ya roja yekşemê li ser dijî DAIŞê li Deşîşeyê daye destpêkirin de da û tê de bi kêfxweşî pêşwazî lê kir.

Pompoeyî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Deşîşe bingeheke DAIŞê ya navxerab e ku bi salan e, ew rêxistin xelkê sûrî û iraqî li wê derê terorîze dike û wiha dewam kir: Ev çend meh in ku ev operasyon bi hevahengî li gel hêzên iraqî yên li aliyê din ên sînorî tê plankirin da ku piştrast bibe ku terorîstên DAIŞê cihê revê bi dest nexin."

"EM Ê PIŞTRAT BIKIN KU HEMÛ GELÊN BAKURÊ ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ, KURD JÎ TÊ DE SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIYAR BIKIN"

Herwiha Pompeo got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser qonaxa piştî DAIŞê jî disekine û dê alîkariyê bike ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya pêwîst bi dest bixe da ku sînoran li dijî DAIŞê ewle bike û wiha dewam kir: Herwiha em dê piştrast bikin ku hemû xelkên cuda yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku ereb, kurd, xiristiyan û tirkmen di nav wan de bibin xwediyên gotina pêwîst da ku siberoja Sûriyeyê di çarçoveya pêvajoya siyasî ya li gorî biryara 2254ê ya Konseya Ewlekariyê ya NYê de diyar bikin."

"EM SERBILIND IN KU BI HSDÊ RE DIXEBITIN"

Herwiha wezîrê amerîkî got, şerê çend rojên li pêş dê gelekî dijwar be û teqez kir ku baweriya wan bi hevparên xwe, HSDê, temam e û wiha dewam kir: Em serfiraz in ku em bi wan re dixebitin da ku Sûriyeyê ji bobelata DAIŞê xelas bikin û siberojeheke baştir ji bo hemû sûriyan ava bikin."

"TRUMP PABEND E KU RÊ LI BER VEGERA DAIŞÊ BIGIRE"

Li gorî daxuyaniyê Pompeyî, "Serok Trump pejirand ku gelek xebat heye ji bo ku têkbirina DAIŞê temam bibe û ew pabend e ku vî karî bi awayê herî lezgîn bi dawî bike û di heman demê de mercan pêk bîne ku rê li ber vegera (DAIŞ) bigire."

Bi heman mijarî:

YPG: Artêşa Tirkiyeyê navenda Efrînê bombebaran kir, 10 kes birîndar bûn
YPG: Tirkiye gelek dûrî rastiyan diaxive ti pêşveçûnekî wan tine ye
YPG: Erdogan bi keysbaziyan têkçûna xwe vedişêre
Tirkiye amadekariyan dike ku YPG bixe nav lîsteya terorê
YPG rewşa dawiya şerê Efrînê ji Sputnikê re ragihand
YPG: Tirkiye piştî derbeyên giran dixwaze planên nû pêk bîne
Tirkiye ji Amerîkayê xwest ku YPG vekişe rojhilatê Firatê û li Minbicê hevkariyê bikin
Etîketan:
Donald Trump, xiristiyan, kurd, Deşîşe, DAIŞ, HSD, Mike Pompeo, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de