04:15 22 Hezîran 2018
Minbic - Heleb - El Bab

Amerîkayê piştrast kir: YPG ji Minbicê vedikişe

© REUTERS / Khalil Ashawi
Amerîka
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)
0 11

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê nexşerêya têkilîdarî Minbicê ya duh Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî de daxuyaniyek da û ragihand ku li gorî nexşerêya Çavuşoglu û Pompeoyî, YPG vedikişe û birêveberiyeke herêmî tê damezirandin.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê di brîfîngeke çapemeniyê de piştrast kir ku vekişîna YPGê ji Minbicê û damezirandina birêveberiyeke ji gelê herêmê di nav nexşerêya Pompeo û Çavuşogluyî de cih digirin.

Rayedarî ji rojnamevanan re got, "li gorî lihevkirinê, kadroya YPGê ya tev li birêveberiyê dibe dê vekişe û biçe, di şûna wê de dê hinek kesên ji gelê herêmê werin ku herdu alî jî li ser wan li hev dikin."

Îro YPGê ragihandibû ku şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê dikişînin.

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)

Bi heman mijarî:

Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
Di maça tîmên Almanyayê de ji bo piştgiriya YPGê pankart hat vekirin
Cenazeyê şervanê YPGê gihişt Herêma Kurdistanê
Fermandarê YPGê li ser îdiayên kontrolkirina Efrînê axivî
YPGê sedema vekişîna ji Efrînê eşkere dike
Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
Tirkiyeyê bertek nîşanî pêşniyara Macron a YPGê da: Ji cidiyetê dûr e
Şervanên YPGê li Efrînê du çalekî li dar xistin: 12 çekdar hatin kuştin
Etîketan:
Mike Pompeo, Mevlut Çavuşoglu, Minbic, Tirkiye, YPG, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de