04:19 22 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu - Mike Pompeo

‘Qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir dibe'

© REUTERS / Leah Millis
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Neteweyî ya Ermenan li Amerîkayê piştî daxuyaniya hevpar a wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê ragihand ku qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir (jî) dibe.

Îro li Washingtonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo mijara Minbicê hevdîtin pêk anîbûn û piştî hevdîtinê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku bi Amerîkayê re li ser nexşereya Minbicê li hev kirine û divê YPG di nav 30 rojan de herêmê biterikîne û di nav 60 rojan de jî birêveberiyeke ji keseyetên ereb were avakirin. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî di derbarê civînê de eşkere kiribû ku careke din piştrast kir ku Tirkiye û Amerîka hîn pabend in ku nîgeraniyên xwe yên hevpar bi ruhê hevpariya hevpeyman destnîşan bikin.

Komîteya Netew a Ermenan li Amerîkayê li ser hesaba twittirê peyameke di derbarê hevdîtinê de belav kir û tê de diyar kir ku ‘qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir (jî) dibe.'

Bi heman mijarî:

Amerîka: Çavuşoglu û Pompoe nexşerêya Minbicê pesend kir
Fermandarê Leşkerî yê Minbicê: Lihevkirin tineye û peyamên fermandarê amerîkî da nîşandan
‘Dibe Amerîkayê di mijara Minbicê de tawîzên cidî ji Tirkiyeyê standibin'
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Amerîka û Tirkiyeyê ji bo Minbicê li hev nekiriye
Etîketan:
qelş, ypg, Komîteya Netew a Ermenan li Amerîkayê, Mike Pompeo, Mevlut Çavuşoglu, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de