05:56 21 Hezîran 2018
Minbic - Heleb - El Bab

Amerîka: Çavuşoglu û Pompoe nexşerêya Minbicê pesend kir

© REUTERS / Khalil Ashawi
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezreta Derve ya Amerîkayê derbarê civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û hevkarê wî yê Amerîka Mike Pompoeyî de daxuyaniyek da ku tê de got, "(herdu wezîran) careke din piştrast kir ku Tirkiye û Amerîka hîn pabend in ku nîgeraniyên xwe yên hevpar bi ruhê hevpariya hevpeyman destnîşan bikin."

Malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê di bin navê "daxuyaniya hevpar a Tirkiye û Amerîkayê" de li ser civîna Çavuşoglu û Pompeoyî weşand û tê de wiha got, "Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê Derve Pompeo fikirên xwe li ser pirsên dualî û herêmî ji hev re gotin. Wan herduyan dubare piştrast kir ku bi awayekî hevpar li dijî hemû şêwaz û nîşandanên terorîzmê şer bikin."

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin ku herduyan tewsiyeyên komxebata Tirkiye-Amerîkay ya têkilîdîar siberoja Sûriyeyê nirxandine ku gavên ji bo pêkanîna istiqrara li Minbicê jî di nav wan de ye û wiha dewam kir: "(Herdu wezîran) Nexşerêya ji bo bidawîkirina vê pesend kir û pabendiya xwe ya hevpar ji bo pêkanîna wê teqez kir ku ev jî nîşan dide ku geşedan li ser erdê ji nêzîk ve werin şopandin."

"CIVÎN DÊ DEWAM BIKIN"

Li gorî daxuyaniyê, herdu wezîran li hev kiriye ku ji bo gotûbêjkirina têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, mekanîzmeya koma xebatê bêtir civînan li dar xin da ku pirsên di têkiliyên dualî de hene çareser bikin û wiha dewam kir: Daniştina destpêkê ya Koma Xebatê ya Dadwerî û Mijaren Din tavilê piştî civîna herdu wezîran bi rê ve çû."

Hêjayî gotinê ye ku ti agahî derbarê nexşerêyê de di daxuyaniya hevpar de cî negirtin li gel ku medyaya Tirkiyeyê gelek agahiyên din derbarê mijarê de dabûn ku vekişîna YPGê di nava 30 rojan de, damezirandina birêveberiyeke erebî û gelek xalên din di nav xwe de dihewîne.

Bi heman mijarî:

Tehran: Kiryarên Amerîkayê wê bê bersiv nemînin
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Qûdsê bi merasîmekê hat vekirin
Kremlînê bertek da biryara Amerîkayê bo Qudsê: Em bi fikar in
‘Ji ber daxuyaniya Amerîkayê beşdariya hilbijartinan kem bû'
'Firqateyna rûsî gav bi gav keştiya balafiran a Amerîkayê dişopîne'
Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
Wezareta Derve ya Amerîkayê Trump piştrast kir: 5 DAIŞiyên pilebilind hatine girtin
Merkel bang li Ewropayê kir ku pişta xwe bi Amerîkayê ve girê nede
Etîketan:
Mike Pompeo, Mevlut Çavuşoglu, Minbic, Tirkiye, YPG, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de