09:10 18 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu - Mike Pompeo

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê: Nexşerêya Minbicê hat pesendkirin

© REUTERS / Leah Millis
Amerîka
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî ligel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiya, daxuyanî dan. Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku nexşerêya Minbicê hatiye pesendkirin.

Çavuşoglu diyar kir ku civîna wî li gel Pompeoyî serkeftî bû û got, piştî civînê di mijara YPGê de li hêviya gavên berbiçav in.

Herwiha wezîrê tirk got ku li gel Pompoeyî, têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîka, nexşerêya Minbicê di nav de meseleya Sûriyeyê û meseleyên din gotûbêj kirin.

​Piştî wê, Çavuşoglu bi Rêxistina Turkish Heritageê re civiya û bêyî ku ti hûrgiliyên derbarê naverokê de bide dubare got: Ji aliyê me ve PKK/YPG û FETO du kêşeyên giring in û em hêvî dikin ku hevalbendê me li gel me be. Em gelekî kêfxweş bûn ku bi bipêşdeketineke hêja bi dest xist. Ez dikarim bibêjim ku civîneke serkeftî û berhemdar bû."

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê piştî civînê wiha ragihand: "Herdu wezîr nexşerêya dabînkirina pêkanîna istiqrar û ewlekariyê li Minbicê jî pesend kir."

Enqere li bendê ye ku di nav 30 rojan de YPG ji Minbicê vekişe û di nav 45 rojan de jî mekanîzmayeke şopandina hevpar ku ji Amerîka û Tirkiyeyê pêk were bê avakirin. Herwiha di nav 60 rojan de jî birêveberiyeke herêmî ku ji pêkhateyên ereb were avakirin.

Etîketan:
FETO, lihevkirin, civîn, YPG, PKK, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Mike Pompoe, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de