01:22 18 Hezîran 2018
Donald Trump - Vladimir Putin / 2017 G20

WSJ: Koşka Spî ji bo hevdîtina Putin û Trump amadehiyan dike

© REUTERS / Carlos Barria
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku rêveberiya Washingtonê ji bo îhtimala zîrweyeke di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de dest bi pêşhevdîtinan kiriye.

Donald Trump û James Comey
© AP Photo / Evan Vucci, Andrew Harnik
Li gorî aghiyên Wall Street Journalê (WSJ), ku spartiye çavkaniyên ji rêveberiya Amerîkayê, Balyozê Amerîkayê yê li Moskowê Jon Hunstman ji bo tevkariyê li organîzekirina hevdîtinê bike, niha li Washingtonê ye.

CIH Û DÎROK HÊJ NE DIYAR E

Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku xebatên amadehiyê hêj nû destpê kiriye û herwisa hêj cih û dîroka hevdîtinê de hêj ne diyar e.

Çavkaniyekî din jî got, "Projeya niha ya balyoz Hunstman ew e ku di navbera her du serokan de hevdîtineke fermî organîze bike. Xebatên ji bo vê yekê projeyê ev çend meh in berdewam dikin."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî di daxuyaniya xwe ya serê meha gulanê de gotibû ji bo hevdîtina Putin û Trump hêj ti danûstandinek pêk nehatiye û em dipên ku Washington gavekê bavêje.

Bi heman mijarî:

Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Putin: Nêta min tune ku ez zêdetirî 2 serdeman bibim serok
Putin ji bo edîtorê Bloombergê got: Provokator
Putin: Moşeka ku li Ûkraynayê li balafira MH17a hat xistin, ne moşeka rûsî bû
Putin bang li Ewropayê kir: Alîkariya xelkê Sûriyeyê bikin
Etîketan:
amadehî, hevdîtin, Serokê Amerîkayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Wall Street Journalê (WSJ), Donald Trump, Vladimir Putin, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de