00:42 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump

Pentagon: Di sala pêşî ya desthilata Trump de 499 sivîl hatin kuştin

© AFP 2018 / MANDEL NGAN
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê (Pentagon) di operasyonên Amerîkayê yên sala 2017an de 499 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 169 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî raportan di sala ewil a desthilata Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, di operasyonên Pentagonê yên ‘li pişt deryayan' 499 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 169 sivîl jî birîndar bûn.

‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJHILATA NAVÎN Û AFXANISTANÊ ZÊDE BÛN'

Li gorî raportên ku hevpeymanî mehane belav dike di Rêbendan meha 2017an hejmara wendahiyên sivîl 199 bû, ev hejmara di Rêbendana 2018an de derketiye 841 kesî. Li gorî amarên heman raportê heta Nîsana 2018an ev hejmar derketiye 892yan.

DI AMARAN DE NAKOKÎ HENE

Hêjayî gotinê ye ku di navbera amarên Pentagonê û amarên çavkaniyên taybet ferqeke mezin heye.

Hevpeymaniya navdewletî ya ku pêşengiya wê Amerîka dike ragihandibû ku li Sûriyê û Iraqê di navbera Sibata 2017an û Sibata 2018an wendahiyên sivîl 640 lê ya ku hatiye eşkerekirin 499 e.

Herwiha li gorî amarên koalisyonê ku mehana belav dike tevahiya wendahiyên Rêbendana 2017an 199 e û ev hejmara di Rêbendana 2018an de derketiye 841 e. Li gorî amarên wê raportê heta Nîsana 2018an ev hejmar derketiye 892yan.

Bi heman mijarî:

Trump ji hevdîtina Lavrov û Kim kêfxweş nebû
Trump ragihand: Lutkeya Koreya Bakur 12ê Hezîranê li Sîngapûrê tê lidarxistin
Trump: Min ji ber Rûsyayê Comey neqewitand
Etîketan:
hevpeymanî, Pentagon, Trump, Amerîka, Iraq, Sûriye, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de