22:59 21 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

Amerîkayê pêşnûmaya Xezeyê veto kir

© AP Photo / Julie Jacobson
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Amerîkayê pêşnûmaya Xezeyê ku li ser daxwaza Qûweytê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatibû pêşkeşkirin, veto kir.

Di civîna KENYê ya ku bi seroktiya Rûsyayê hat birêvebirin de, 15 endamên KENYê ji bo pêşnûmaya bo Xezeyê dengên xwe dan.

Di dengdanê de 10 erê, 1 na û 4 jî bêlayan derketin. Amerîkayê wek tekanê welatê dengê ‘na' dabû, herwiha mafê vetokirinê bikar anî û pêşnûma ji KENYê derbas nebû.

Di pêşnûmaya Qûweytê de hatibû diyarkirin ku ew ji tundî û rageşiya herêmên dagirkirî yên Filîstînê bi fikar in û ji bo Îsraîlê bi hinceta kuştina sivîlan şermezarî dihat xwestin.

Bi heman mijarî:

Eşîrên Kurd ên Rojava bang li ENKS û TEV-DEMê kirin
Pûtîn lîmuzîna ‘Kortej’ pêş Prensê Abû Dabî kir
Trump ragihand: Lutkeya Koreya Bakur 12ê Hezîranê li Sîngapûrê tê lidarxistin
Rûsya û Mîrnişiyên Erebî yên Yekbûyî di warê Rojhilata Navîn de peymanek danî
Înce bersiva Erdogan da: Obama, Pûtîn, Barzanî, Apo û Gulen tu xapandine
Li Amerîkayê 'Konferansa Xebatên Kurdî ya Serbestê' destpê kir
Pûtîn: Bextewariya bavîtiyê hemû zehmetiyan beralî dike
Etîketan:
KENY, Îsraîl, Filîstîn, pêşnûmaya Xezeyê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de