19:13 23 Hezîran 2018
HSD

Ji Amerîkayê bo Esad: Fikrê êrîşkirina ser HSDê fikrekî xerab e

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Knneth F. McKenzie li ser daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ku gotibû, ji bo HSD/YPG ‘vebijêrka leşkerî li ser masê ye’ got ku êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wan fikrekî xerab e.

McKenzie got, "Divê hemû aliyên Sûriyeyê vê fahm bikin. Êrîşkirina ser hêzên amerîkî û şirîkên hevpeymanê fikrekî xerab e."

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bernameya Murat Gaciyev a Russia Today (RT) re axivîbû û gotibû, ew amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojeva wan de ye.

HSD: VEBIJÊRKA LEŞKERÎ ME NAGIHÎNE ENCAMEKÊ

Li aliyê din Berdevkê HSDê Gabrieyl Kino jî bi peyameke dengî bersiva pirsyara Reutersê dabû û gotibû: "Çareseriya leşkerî ne ew çare ye ya ku me bigihîne encamekê."

Bi heman mijarî:

Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî
‘Şanda leşkerî ya Siûdî, Îmarat û Urdinê çûye Kobaniyê’
'Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê û xwarina gundiyan xwarin'
Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Etîketan:
Esad, Sûriye, Amerîka, HSD
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de