03:19 18 Hezîran 2018
El Nûsra

Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê

© Sputnik /
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Derve ya Amerîkayê rêxistina Heyet Tahrîr Şam xist nav lîsteya terorê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê Heyet Tahrîr Şam wekî rêxistineke girêdayî El Nûsra û El Qaîdeyê nirxand û xist nav lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî.

Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê Amerîkayê Nathan Sales jî diyar kir ku bi guhertina navan nikarin Amerîkayê bixapînin û her çi navî li xwe bikin jî Amerîka dê bide pey wan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku El Nûsrayê sala 2017an ji bo armancên xwe yên li Sûriyeyê bi dest bixe, bi navê Heyet Tahrîr Şam ketiye nav xebatan û piştî El Nûsra ketiye lîsteya terorê jî bi wî navî xebatên xwe domandine.

Bi heman mijarî:

Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê: Ji ber êrîşên me herî kêm 892 sivîl mirin
Esad: Dinya bi çîroka Amerîkayê nexapiya
Şoygu li ser mijara Sûriyeyê bi hevkarê xwe yê îsraîlî re axivî
Etîketan:
Lîsteya terorê, Sûriye, Heyet Tahrîr Şam, El Nûsra, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de