01:18 18 Hezîran 2018
Donald Trump û James Comey

Trump: Min ji ber Rûsyayê Comey neqewitand

© AP Photo / Evan Vucci, Andrew Harnik
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê Twitterê daxuyand ku wî Dîrketorê FBIyê James Comey ji ber lêpirsîna Rûsyayê neqewitandiye.

Donald Trump di Gulana 2017a de di axaftina xwe ya ji bo NBC Newsê de gotibûi min gava Jmaes Comey qewitand, ez lêpirsîna Rûsyayê fikirîm û tevgeriyam. Trump li ser Twitterê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nû da.

Trump di peyama xwe ya îro de ev tişt gotin, "Ne girîng e lê min James Comey ji ber Rûsyayê neqewitand! Medyaya sereke ya xerab bûye hez dike vê çîrokê tim bîne rojevê lê dizanin ev yek ne rast e."

Koşka Spî jî beriya niha gotibû Trump ji ber şiklê lêpirsîna derbarê postayên elektronîk ên namzeda Partiya Demokratan Hillary Clinton de Comey qewitandiye.

Bi heman mijarî:

Trump û Kim li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn
Esad bersiva gotina ‘heywan’ a Trump da
Trump: Alîkarê Kîm serdana Amerîkayê dike, spas
Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, James Comey, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de