04:33 22 Hezîran 2018
Kim Yong Chol

Kim Yong serdana Amerîkayê kir

© AFP 2018 / COREY SIPKIN
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Beriya hevdîtina Kim Jong-un û Donald Trump, piştî 18 salan serdana di asta herî bilind de pêk hat, cîgirê lîderê Koreya Bakur Kim Yong Chol li New Yorka Amerîkayê bi Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo re hat ba hev.

Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê yê Koreya Bakur Kim Yong Chol, ji paytext Pekîna Çînê çû New Yorkê. Ji bo cîgirê herî nêz yê lîderê Koreya Bakur Kim Yong Chol, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo ji Washingtonê derbasî New Yorkê bû. Pompeo û Kim Yong Chol di xwarina şîvê de hevdîtinek kirin. Hat ragihandin ku herdu rayedar seranserê rojê dê hin hevdîtinên din jî pêk bînin.

Ji aliyê din ve derbarê hatina Kim Yong Chol a DYAyê hat gotin ku, ji bo teqezkirina hevdîtina Donald Trump û Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un e.

Herwiha hevdîtina herdû serokan wek 12ê Pûşberê hatibû eşkerekirin, lê Trump piştre ragihand ku hevdîtin betal kiriye, herî dawî jî eşkere kir ku dê cardin binirxîne.

Etîketan:
lîder, serdan, hevdîtin, Mike Pompeo, Kim Yong Chol, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de