04:58 22 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump û Kim li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Stêrka navdar a amerîkî Kim Kardashian ji bo efûkirina cezayê Alice Marie Johonsona diya 5 zarokan ku 21 sal e di girtîgehê de ye bi Trump re hevdîtinek pêk anî.

Stêrka navdar a amerîkî Kim Kardashian ji bo efûkirina cezayê Alice Marie Johonsona diya 5 zarokan ku ji sûcê madeya hişber 21 sal e di girtîgehê de ye bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî.

Alice Marie Johnson ji sala 1997an ve di girtîgeha Alabamayê de ye û cezayê mûebetê xwariye. Stêrka amerîkî Kim Kardashian ji bo efûkirina cezayê Johnson gelek hewl dide.

​Kardashian ji bo ve bi Trump re hevdîtinek pêk anî. Trump piştî hevdîtinê li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê wêneyekî xwe bi Kardashian re belav kir û got: "Me bi Kim Kardashian re îro reform û cezakirina girtîgehan nirxand."

Kardashian jî bersiva peyamê da û got: "Ji bo hevdîtinê em spasiya Trump dikin. Em hêvî dikin serok bi malbatî Marie Johnson efû bike."

Bi heman mijarî:

Esad bersiva gotina ‘heywan’ a Trump da
Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Trump: Alîkarê Kîm serdana Amerîkayê dike, spas
Gelo hevdîtina Trump û Kim dê pêk were an na?
Trump: Li Tirkiyê pêvajoyeke darizandinê heye lê darizandin ne ti darizandin e
Ji Donald Trump daxuyaniya Koreya Bakur
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Doanld Trump, Kim Kardashian, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de