18:58 23 Hezîran 2018
Îran û Amerîka

Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin

© AFP 2018 / Carlos Barria
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Darayî ya Amerîkayê li ser lîsteya sizadanê 6 kes û 3 saziyên Îranê zêde kirin.

Hat ragihandin ku Wezareta Darayî ya Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mafên mirovan ji bo Girtîgeha Ewîn, Koma Ensara Hîzbullah û çend endamên vê komê yên wek Husên Ellakerem, Ebdulhemîd Muhteşem û Hemîd Ustad, tevî du pilebilindên bi navên Ebdusemed Xuremabadî û Ebûhesenî Feyruzabadî yê karê sansura înternetê dikin û Serokê Saziya Medyaya Îranê Ebdulelî Elî Esgerî li ser lîsteya sizayên Îranê zêde kirin.

Herwiha li gor cezayan, welatî û saziyên Amerîkayê nikarin li gel wan aliyên cezakirî hevkariyê bikin.

Heger li Amerîkayê pereyên kes û saziyên cezakirî hebin, dê werin blokekirin û ew kes nikarin têkevin Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya ligel Îranê, Amerîkayê guvaş û dorpêçên li ser kesayet û saziyên Îranê zêde kirin.

Bi heman mijarî:

'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
MGK: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin
Cenazeyê keça kurd a ku ji aliyê polîsê belçîkî ve hatibû kuştin hat rakirin
Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin
Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin
PDK: Em betalkirina encamên hilbijartinê qebûl nakin
Barzanî û şanda Brîtanyayê li hev civiyan
Rojnamevan Babçenkoyê 'hatibû kuştin' civîneke çapemeniyê bi rê ve dibe
Etîketan:
Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de