22:58 21 Hezîran 2018
Nikki Haley

Haley: Mûeyîdeyên Amerîkayê hetanî Rûsya ji Ukrayna û Kirimê venekişe wê dewam bikin

© AFP 2018 / KENA BETANCUR
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku mûeyîdeyên Amerîkayê hetanî Rûsya ji Ukrayna û Kirimê venekişe wê dewam bike.

Nikki Haley
© AFP 2018 / KENA BETANCUR
Nikki Haley di axaftina xwe de got: "Hetanî Rûsya dev ji ‘fealiyetên xwe qirêj' yên Ukraynayê bernede wê helwesta Amerîkayê neguhere. Yanî hetenî Rûsya ji Kirimê û ji rojhilatê Ukraynayê dernekeve û Peymana Minskê neyê sepandin wê mûeyîdeyên me dewam bikin."

‘AMERÎKA ŞER GUR DIKE'

Ji aliyê din ve Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî di bersivdayîna Haley de Amerîka ji ber propagandeya dijî Rûsyayê rexne kir.

Nebenzia di axaftina xwe de got: "Em bi ti kesî re ne di nava şer de ne. Ukrayna agirbestê ihlal dike û şer gur dike."

Bi heman mijarî:

Haley: Rûsya qet nabe dostê Amerîkayê
Haley: Dibe ku li hember hêzên hikûmeta Sûriyeyê hêza leşkerî bê bikaranîn
Nikki Haley: Em rêzê ji daxwaza gelê Kurdistanê re digirin
Haley: NY zorîyê li Îsraîlê dike
Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
Etîketan:
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de