03:16 18 Hezîran 2018
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

DYA: Me bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê li hev nekiriye

© AFP 2018 / Mandel Ngan
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Heather Nauert diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedarên tirk re wan hîn li ser Minbicê li hev nekiriye.

Nauertê di brîfînga rojnamevanî de, li ser mijara Minbincê wiha axivî:

"Hîn me bi hikûmeta Tirkiyeyê re li hev nekiriye. Me beriya niha ragihand ku heyetên koma xebatê yên Amerîka-Tirkiyê roja Înê li Enqerê li hev civiya ne. Danûstandinên me yên li ser pirsên metirsîdar berdewam dikin. Her du aliyan li ser çarçoveya nexşerêya dahatûyê sînor xêz kirin, Minbic jî di nav de ye."

Berdevka Wezaretê herwiha bi bîr xist ku ji bo berdewamkirina hevdîtinan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li benda hevdîtina li Washingtonê ya 4ê Hezîranê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ye.

Bi heman mijarî:

Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Li Kerkûkê guleya hawanê avêtin navenda sindoqên dengan
Li Ûkraynayê rojnamevanekî rûsî hat kuştin
Haco: Em dixwazin bi navê ENKSê di komîsyona destûrê de cî bigirin
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Yildirim: Çi li rojhilat çi jî li rojavayê Firatê be, em ê wan tune bikin
Li Silêmaniyê 2 kes ji ber gendeliyê hatin cezakirin
Etîketan:
Minbic, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de