09:49 23 Hezîran 2018
Donald Trump-Kim Jong Un in

Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin

© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Koşka Spî ragihandin ku ji bo hevdîtina muhtemel a Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un a li Sîngapûrê xebatên wan bi awayekî çalak berdewam dikin.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Sandersê di daxuyaniyê de got, "Ji 24ê Gulanê ve ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un name ji Serok Trump re şandiye Bakurê Koreyê di nav pêvajoyê de ye. Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî çalak xebatên bo lutkeyê berdewam dike."

Herwiha hat ragihandin ku dê Trump û Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe jî 7ê Hezîranê li Koşka Spî hevdîtinekê pêk bînin û hat diyarkirin ku dîplomasiya bo Koreya Bakur hatiye zêdekirin.

Bi heman mijarî:

Yildirim: Çi li rojhilat çi jî li rojavayê Firatê be, em ê wan tune bikin
Li Silêmaniyê 2 kes ji ber gendeliyê hatin cezakirin
'Amerîka li Sûriyeyê ji bo lîstika êrîşa kîmyewî amadehiyê dike'
Parlamenterê HDPê lêborîn xwest
Rûsya dê li Tomahawkan hûr bibe û pergaleke nû ya şerî bi pêş de bixe
Etîketan:
Donald Trump, Kim Jong-un, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de