03:04 18 Hezîran 2018
Firtoneya Marîa

Di firtoneya Marîa de herî kêm 4 hezar û 600 kes mirine

© REUTERS / Jonathan Drake
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Derket holê ku di firtoneya Marîa de ku sala borî meha îlonê li herêma Porto Riko ya Amerîkayê rû dabû, herî kêm 4 hezar û 600 kesan can daye.

Lêkolerên Zanîngeha Harwardê diyar kirin ku di encama firtoneya Marîayê de ku di navbera 20yî Îlonê û 31ê Kanûna 2017an de bandor li herêma Porto Rîkoyê kiribû de, 4 hezar û 600 kesan can daye.

Li gor amarên fermî yên derbarê windahiyên firtoneyê de, 64 kesan can dabû, lê bi lêkolînê derket holê ku hejmar gelekî zêdetir e û piştî firtoneyê jî ji ber kêmbûna gihandina xizmetan mirinan berdewam kiriye.

​Encam û ziyanên firtoneya Marîa yên lêkolîna Zanîngeha Harwardê, di kovara Tibê ya New England de hatine weşandin.

Bi heman mijarî:

'Amerîka li Sûriyeyê ji bo lîstika êrîşa kîmyewî amadehiyê dike'
Parlamenterê HDPê lêborîn xwest
Veli Saçilik: Qedexekirina zimanê kurdî sûcekî mirovahiyê ye
We şîrê çirçirkan vexwariye? Hîn bibin bê tiştekî çawa ye
Rûsya: Têkçûna peymana ligel Îranê wê kêşeyên li herêmên gurtir bike
Etîketan:
Firtoneya Marîa, Porto Rîko, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de