22:22 18 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump: Alîkarê Kîm serdana Amerîkayê dike, spas

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re betal kiribû gotibû, "civîn hêj mimkûn e" û ragihand ku alîkarê Kîmî serdana New Yorkê dike.

Donald Trump-Kim Jong Un in
© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Serokê amerîkî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir:

"Ji bo hevdîtina bi Korya Bakur re me tîmeke nûwaze pêk anî. Halê hazir amadehiyên ji bo hevdîtinê dewam dikin. Alîkarê Serokê Koreya Bakur Kim, Kim Young Chol ji bo serdana New Yorkê bi rê ket."

​Hêjayî gotinê ye ku serokê amerîkî Trump demek berê eşkere kiribû ku wî hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur re betal kiribû. Ji aliyê din ve Koreya Bakur derbirî bû ku "em hêj li benda hevdîtina bi Amerîkayê re ne" Trump li ser vê yekê got, "Bo nameya min bersivek xurt hatiye dayîn, spas dikim!"

 

Bi heman mijarî:

Kîm-Trump 12ê Hezîranê li Sîngapûrê dicivin
Trump: Dem û cihê civîna li gel Kîm diyar bûn
Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
Etîketan:
Hevdîtin, Kîm Jong-un, Donald Trump, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de