09:08 18 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Trump: Li Tirkiyê pêvajoyeke darizandinê heye lê darizandin ne ti darizandin e

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo keşeyê girtî yê li Tirkiyê peyam dan û got, "Em dê te rizgar bikin" Trump, "Li Tirkiyê pêvajoyeke darizandinê heye lê ne ti darizandin e."

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump derheqê keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson ku li Tirkiyeyê bi îdîaya li ser navê PKK û FETOyê sûc kiriye car din bang kir.

Trump derbarê keşeyî de got, "Keşeyekî me yê bi navê Brunson heye, ew xiristiyanekî nûwaze ye. Ev demeke dirêje e li Tirkiyê ye. Bi sîxurtiyê tê tohmetbarkirin lê ew ne sîxûr e."

‘EM DÊ ALÎKARIYA WÎ BIKIN'

"Keşe Brunson, hêvîdar im ku peyamên me digihîjin te, em dê alîkariya te bikin. Wv demeke dirêj e em hewil didin. Ev demeke dirêj ew li wri û bê sûc e. Ji bo ku were berdan em dixebitin. Ew demên zehmet li paş diçin."

‘EM BI TIRKAN RE DIAXIVIN'

Serokê Amerîkî, "Darizandina wî ya li Tirkiyê didome lê pêvajoya darazê ne ti pêvajo ye. Ji bo ku zêdetir tişt bêne kirin em bi tirkan re diaxivin."

Di hefteyên bihûrî de Trump ji bo Brunsonî Ttweetek belav kiribû û diyar kiribû ku, "Ger ew sîxûr be, ez jî wî siîxûrtir im."

Ji bo keşeyê ku li bajarê Tirkyiê Îzmîrê hatiye desteserkirin 35 sal sizadana wî tê xwestin.

 

 

Bi heman mijarî:

Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî kiribû dîsa nehat berdan
Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî dikir îro derdikeve pêşberî dadger
Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin
Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
Etîketan:
Bangewazî, Serokê Amerîkayê, Daraz, Keşeyê amerîkî, Donald Trump, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de