13:31 23 Hezîran 2018
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders

Koşka Spî: Heyeta me ji bo lutkeya DYA-Koreya Bakur diçe Sîngapûrê

© AP Photo / Andrew Harnik
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Sarah Sanders ragihand ku dê heyeta Amerîkayê wekî ku berê hatibû plankirin ji bo amadekariyên lutkeya bi Koreya Bakur re biçe Sîngapûrê.

Sandersê li ser mijarê di civîna rojnamevanî de got, "Pêşheyeta Koşka Spî li gor ku berê hatiye plankirin, ji bo amadekariyên lutkeya navbera Amerîka û Koreya Bakur a muhtemel ber bi Sîngapûrê bi rê dikeve."

Kovara Politico ya amerîkî ragihandibû ku dê heyeteke ji 30 kesî ji bo lutkeya tê plankirin biçe Sîngapûrê.

Herwiha di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku plana Amerîkayê ya lutkeya bi Koreya Bakur re hîn li dar e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beriya nameyek ji serokê Koreya Bakur re şandibû û gotibû, dibe hevdîtina Sîngapûrê ya 12ê Hezîranê pêk neyê.

Bi heman mijarî:

Cîgira nû ya wezîrê karê derve ya DYAyê, bi kurdî jî dizan e
'Yên di meha mibarek a Remezanê de êrîş dikin nikarin ti tiştekî bidin milet'
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'
Li girtîgeha Duhokê alozî: 7 mirî û 50 birîndar hene
Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Etîketan:
Lutke, Koreya bakur, aMERÎKA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de