01:21 18 Hezîran 2018
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo

Cîgira nû ya wezîrê karê derve ya DYAyê, bi kurdî jî dizan e

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 20

Akademîsyena ku di mijara pirsgirêka kurdan de û Rojhilata Navîn de pispore Denis Natali, bû cîgira Wezîrê Karê Derve ya DYAyê.

Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayin de hat gotin ku serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump akademîsyenên ku di beşên xwe de pispor in bo mewkiyên birêvebirinê hat tayin kirin. Herwiha di daxuyaniyê de cih girt ku Denis Nataliya ku di salên navbera 2005-2010an de li Herêma Kurdistanê bi pêywira akademîsyentiyê xwebitiye ji aliyê serok Donald Trump ve wek cîgira wezîrê karê derve hatiye tayinkirin.

Cîgira Wezîrê Karê Derve ya DYAyê Denis Natali ji xeynî karê akademîsyeniyê, dîrektoriya Enstîtuya Lêkolînê ya Stratejiya Navneteweyî ya DYAyê jî dike. Natali li Rojhilata Navîn derbarê pirsgirêka kurd de gellek xebat meşandin e, di salên 2005-2010an de li Herêma Kurdistanê di zanîngehên cûrbicûr de di beşa pêwendiyên navndewletî de wek akademîsyen wezîfe kiriye.

Denis Natali, bi zimanê Ingilîzî, Frensî, Kurdî û Farisî dizane.

Bi heman mijarî:

Wezareta Karê Derve ya DYAyê hişyarî ji bo êrîşê da
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Hevdîtinên bi DYAyê re yên derbarê Sûriyê qut nebûne
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Em û DYAyê bi çend gavan dûrî agirbesta li Helebê ne
Etîketan:
Denis Natali, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de