01:23 20 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Trump: Dibe ku em di dema xwe de ligel Koreya Bakur bicivin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi peyamekê daxuyand ku dibe civîna wî ya ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di dema xwe de were lidarxistin.

Beriya niha dihat payîn ku li Singapurê di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un de civîn bihata lidarxistin, lê ew civîn ji aliyê Trump ve hatibû taloqkirin.

Donald Trump derbarê mijarê de li ser hisabê xwe yê Twitterê dîsa peyamek parve kir û bal kişand ser ku dibe hevdîtin di roja xwe de pêk were, ger di roja xwe pêk neyê jî dê di rojeke din de were lidarxistin.

Trump di peyama xwe de ev tişt gotin:

"Em derbarê ji nû ve destpêkirina zîrweyê de bi Koreya Bakur re gelek hevdîtinên berhemdar pêk tînin. Ger bibe, wê di heman dîrokê de, di 12ê Hezîranê de li Singapurê pêk were. Ger pêdivî pê çêbibe jî dê piştî 12ê Hezîranê were lidarxistin."

Bi heman mijarî:

Trump: Daxuyaniya germ a Koreya Bakur, xebereke gelekî baş e
Trump ji ber têkçûna guftûgoyan Kim Jong-un tawanbar dike
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Trump hevdîtina xwe ya ligel serokê Koreya Bakur taloq kir
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de