06:59 22 Hezîran 2018
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

DYA, Sûriye bo herêmên agirbestê hişyar kir

© AP Photo / Alex Brandon
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYAyê Heather Nauert, eşkere kir ku em ji operasyonên artêşa Sûriyeyê yên li dijî herêmên agirbestê bi endîşene.

Nauert, da zanîn ku em ji operasyona rejîma Esad ya li dijî herêma agirbestê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê ku DYA, Urdun û Federasyona Rûsyayê li ser mutabiq bûn bi endîşene.

Herwiha berdevka amerîkî diyar kir ku li dijî binpekirina rêzikan tevdîrên pêwist dê bên stendin. Ji aliyê de din ve jî hikumeta Sûriyeyê li dijî lidarxistina operasyonekê hişyar kir ku dê li herêmê gengeşiyê aloztir bike û agirbestê bidawî bike.

Rûsya, Urdun û DYAyê bi peymanekê li Deraya başûrê rojavayê Sûriyeyê herêma agirbestê avakiribûn.

Bi heman mijarî:

Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Etîketan:
berdevk, Heather Nauert, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de