15:51 19 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşî li midaxeleya leşkerî ya li dijî Îranê girt

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, ku yek ji baskên Kongreya Amerîkayê ye, di Yasaya Erkdarkirinê ya Parastina Neteweyî ya sala 2019a de guhertinek pêk anî û li gorî vê guhertinê Serokê Amerîkayê Donald Trump bêyî destura kongreye dê nikaribe li dijî Îranê biryara midaxeleyê ya leşkerî bide.

Ev guhertina di yasayê de ji aliyê endamê Partiya Demokratan Keith Maurice Ellison ve hat pêşniyarkirin û ligel endamên Demokratan, endamên Partiya Komarparêzan jî piştgirî da pêşniyarê û guhertin bi yekdengî hat qebûlkirin.

Ellison derbarê guhertinê de li ser hisabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û ev tişt gotin, "Meclîsa Nûneran, vê hefteyê bi qebûlkirina daxwaza me ya guhertinê ya herdu partiyan bi awayekî eşkere diyar kir, ku yasayeke erka êrîşê ya li dijî Îranê bide Serok (Donald Trump) tune ye."

Ellison di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt nivisîn, "Qebûlkirina vê guhertinê ya bi yekdengî, ji bo vekişîna Trump a ji peymana Îranê û gotinên wî yên dijminane bû bersiveke xurt. Kongre îro ji bo ku erkên derbarê bikaranîna hêza leşkerî de şûnde bigire, ket nava tevgerê."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 8ê Gulanê de biryar da û Amerîka ji peymana nukleerê ya ligel Îranê, ku di sala 2015a de di navbera Îranê, welatên Konseya Ewlekariyê ya NY û Almanyayê de hatibû îmzekirin, vekişandibû û daxuyandibû ku ew dê li dijî Tehranê mueyîdeyên giran bisepîne. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî roja duşemê lîsteyeke 12 xalî ya daxwazên Amerîkayê eşkere kiribû û gotibû ew ê li dijî Îranê ‘fişareke darayî ya nedîtî' û ‘mueyîdeyên herî xurt ên dîrokî' pêk bîne.

Piştî daxuyaniyên Washingtonê Îranê bertek nîşandabû û di navbera herdu welatan de bibû sedema fikarên şer.

Bi heman mijarî:

Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Trump hevdîtina xwe ya ligel serokê Koreya Bakur taloq kir
Ûkraynayê ji bo organîzekirina hevdîtina Poroşenko û Trump pere dane parêzer
Trump: Sîxûrê di barêgehê de jî `lihevkirina nepenî ya bi Rûsyayê re` peyda nekirîye
Xamaney: Wê aqûbeta Trump jî wekî ya Reagan û Bush be
Etîketan:
biryar, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de