10:32 24 Hezîran 2018
F-35

Gelo firotina F-35an bo Tirkiyê tê betalkirin?

© AFP 2018 / Jack Guez
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Meclisa Nûnerê rawestandina firotina F-35an bo Tirkiyê li hember 66 dengan bi 351 dengan erê kir. Li gorî wê biryarê Amerîka firotina F-35an bo Tirkiyê radiwestîne.

Pêşnûma derfetê dide Pentagonê ku di sala 2019an de 639.5 milyar dolar, ji van 69 milyar dolar bo operasyonên li pişt deryayan, 700 milyon dolar ji bo bernameyên li derveyî parastinê, bi tevahî 709.2 milyar dolarî xerc bike.

Li gorî versiyona li Pêşnûmaya Meclisa Nûneran tê pêşbînîkirin ku derbarê peywendiyên bi Tirkiyê re raportek were amadekirin û firotina F-35an bo Tirkiyê tê rawestandin.

Li gorî nûçeya BBCya tirkî ji bo ku pêşnûma bibe qanûn pêngava ewil derbas kir. Senatoyê jî versiyona Komîteya Xizmetguzariyên Çekdar erê kir û daxwaz kir ku di vê versiyonê de firotina F-35an bo Tirkiyê ji raportê were derxistin. Ev versiyon dê li Senatoya amerîkî were dengdan.

Beşa pêşnûmayê beşeke bi navê ‘Raporta DerBarê Peywendiyên Amerîka û Tirkiyê' heye. Xalên raportên ên derbarê F-35an de wiha ye:

  • Peywendiyên Amerîka-Tirkiyê ji ber gavavêtinên provokatîf ên hikûmeta Tirkiyê yên saleke her ku çû kêşe zêde kir.
  • Îhtîmala ku Tirkiyê ji Rûsyayê S-400an bikire tansiyona di navbera herdu welatan de zêdetir kir.
  • Ev îhtîmal bandorê li danûstendinên çekan a di navbera Amerîka û Tirkiyê de jî dike.
  • Ev çalakî bandoreke neyînî li ser NATOYyê dike.
  • Dibe ku ev geşedan bandora xwe li ser peywendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Tirkiyê jî bike.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Pêşveçûna Tirkiyê ya li Efrînê sekinî
Pisporê rûsî: Amerîka her kêlî dikare Patriotên ku bifiroşe Tirkiyê bixe sergoyê hesinî
Fermandarê ASAyê: Amerîka êrişê Sûriyê bike em ê gorî biryara Tirkiyê tevbigerin
‘Şerê Tirkiyê yê YPGê xeleka nû ya tevdana Amerîka ya şerê Sûriyê ye’
Çavuşoglu: Têkiliyên Tirkiyê û Amerîka li ber qutbûnê ye
Amerîka: Em hewil didin meseleya Efrînê bi Tirkiyê re bi rêyên dîplomatîk çareser bikin
Civîna Komîteya Sûriyê ya Amerîka û Tirkiyê bidawî bû
Etîketan:
F-35, Tirkiyê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de