04:32 22 Hezîran 2018
Mike Pompeo

Amerîka: Em bi awayekî dîplomatîk fişarê li Tirkiyeyê dikin

© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku ew hêvî dike dê di hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de pirsgirêkên derbarê Rojava de werin çareserkirin. Pompeo herwisa got, ew li ser mijara S-400î jî ‘Fişara dîplomatîk' li Tirkiyeyê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya hevdîtinên ji bo budceya sala 2019a de beşdarî danişîna Komisyona Peywendiyên Derve ya Senatoyê bû û li vir bersiva pirsen endamên komîsyonê da.

Pompeo li ser pirsên Senatora Eyaleta New Hampshire Jeanne Shaheen anî ziman ku ew ê di demeke nêzîk de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinê pêk bîne.

Pompeo derbirî ku di hevdîtina herdu aliyan de yek ji mijarên sereke dê Bakurê Sûriyeyê (Rojava) be û destnîşan kir ku dê li gorî hevdîtinên wezîrê berê yê karên dervey yê Amerîkayê Rex Tillerson nexşerêyek were derxistin.

‘HÊVÎ DIKIM LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ PIRSGIRÊKÊN AMERÎKA Û TIRKIYEYÊ WÊ WERIN ÇARESERKIRIN'

Pompeo anî ziman ew hêvî dike pirsgirêkên Amerîka û Tirkiyeyê yên ji ber bakurê Sûriyeyê (Rojava) dê werin çareserkirin û got, "Hêvî dikim ku herdu welatên endam ên NATOyê dê bi awayekî ji hevdu re bibin rîsk, nêzikî hevdu nebin."

Pompeo di axaftina xwe de bal kişand ser peymana Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser pergalên parastina hewayî yên S-400î û got, "Di warê S-400î de pozisyona Tirkiyeyê, di navbera Tirkiye û NATOyê de dibe sedema pirsgirêkan. Me ji bo wan alternatîf pêşkeş kir. Em hêvî dikin ku helwestên Tirkiyeyê dê li gorî armancên NATOyê bin."

'EM FIŞARA DÎPLOMATÎK LI TIRKIYEYÊ DIKIN'

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ev tişt anîn ziman, "Bêguman rêya ku Tirkiye dajo, ne rêyeke rast e. Kirîna wan a pergalên S-400î, di navbera me û wan de, di navbera wan û NATOyê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Em bi awayekî dîplomatîk zorê didin wan, ji aliyekî ve jî alternatîf pêşkeşî wan dikin."

Bi heman mijarî:

Amerîkayê çek û amûrên giran şandin rojhilatê Ewropayê
Rûsya: Mercên Amerîkayê ji bo Îranê nayên qebûlkirin
'HSDê bi Amerîkayê re peymana 10 salan girêda'
Rûsya: Tehdîda Amerîkayê ya 'Senaryoya Lîbyaye' tevahiya herêmê tehdîd dike
Amerîkayê ji ber Îranê li hemberî şîrketên tirk biryara mueyîdeyan da
Etîketan:
s-400, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de