06:59 22 Hezîran 2018
Sewqiyata Leşkerên Amerîkî bo Polonyayê

Amerîkayê çek û amûrên giran şandin rojhilatê Ewropayê

© REUTERS / KACPER PEMPEL
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku artêşa Amerîkayê di çarçoveya Operasyona Çareseriyê ya Atlantîkê de gelek çek û amûrên giran ên leşkerî ji Belçîkayê ber bi rojhilatê Ewropayê û welatên Baltikê şandin.

Li gorî nûçeya Defence Newsê artêşa Amerîkayê di çarçoveya Operasyona Çareseriyê ya Atlantîkê de gelek çek û amûrên giran ên leşkerî şandin noqteyên strajekî ên li Polonya, Romanya, Bulgaristan, Macaristan û welatên Baltikê. Ji bo wan noqteyan 3 hezar û 300 leşker, 87 heb M-1 Abram û 18 heb obusên Paladin ên M-109 jî di nav de, 650 çek û amûrên leşkerî hatin şandin.

Beşeke wan çek û amûran bi trênê, beşeke wan jî bi rêya deryayê tên şandin.

Piştî ku şandina çek û amûran were temamkirin dê di navbera 3-15ê Hezîranê de li Polonya û welatên Baltikê tetbîqeta Sabre Strike were lidarxistin. Bi tevahî 18 hezar leşkerên NATOyê dê beşdarî tetbîqetê bibin.

Bi heman mijarî:

Amerîkayê ji ber Îranê li hemberî şîrketên tirk biryara mueyîdeyan da
‘Rûsya û Amerîkayê biryar dan ku kurd bigihîjin heqê xwe'
Rûsya: Tehdîda Amerîkayê ya 'Senaryoya Lîbyaye' tevahiya herêmê tehdîd dike
'HSDê bi Amerîkayê re peymana 10 salan girêda'
Rûsya: Mercên Amerîkayê ji bo Îranê nayên qebûlkirin
Etîketan:
sewkiyat, çek û amûrên giran ên leşkerî, Artêşa Amerîkayê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de