00:58 20 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump hevdîtina xwe ya ligel serokê Koreya Bakur taloq kir

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un nameyek şand û di nameyê de got, wî hevdîtina ku ji bo roja 12ê Hezîranê li Singapurê hatibû palnkirin, taloq kiriye.

Biryara Trump a ji bo taloqkirina zîrweya ligel Kim, rastî roja ku Koreya Bakur dê li ber çavên rojnamegeran qada ceribandinê ya çekên nukleerê îmha bikira, hat.

Trump ji bo sedema biryara xwe ya taloqkirinê got, "Serokê Koreya Bakur di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de li dijî Amerîkayê hêrs û dijminahiya xwe ya bi tundî nîşan da." Trump di nameya xwe de got, "Ez wisa hîs dikim ku ne guncaw e hevdîtina ku ev demeke dirêj e dihat plankirin, pêk were."

Trump got, "Ji kerema xwe vê nameyê ji bo xêra herdu aliyên zîrweya Singapurê, lê ne ji bo zirara cîhanê wekî qasidekê qebûl bikin. Bi taloqkirina zîrweyê cîhanê ji bo aşitiyeke mayînde derfeteke mezin ji dest da. Bi çar çavan dipêm ku rojekê we bibînim."

Donald Trump herwisa ji bo berdana her sê welatiyên Amerîkayê spasiya Kim Jong-un kir.

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur qada ceribandinê ya çekên nukleerê îmha kir
Ji Koreya Bakur bo Mike Pence: Ehmeqî û nezanî ye
Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de