01:24 20 Hezîran 2018
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

DYA dîplomatan dersînor dike: 48 saet muhlet da

© AP Photo / Alex Brandon
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYAyê Heather Nauert bilêv kir ku Wezareta Karê Derve ya DYAyê karguzarê balyozxaneya Venezuellayê û konsolosê Houstonê wek kesê nexwestî îlan kiriye. Herwiha bo derketina dîplomatan ji Amerîkayê 48 saet muhlet hat dayin.

Ala Venezuellayê
© AP Photo / Fernando Llano, File
DYAyê, karguzarê balyozxaneya Venezuellayê û konsolosê Houstonê wek kesê nexwestî (persona non grata) îlan kir. Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYAyê Heather Nauert derbarê dersînorkirina karguzarê balyozxaneya Venezuellayê û konsolosê Houstonê de daxuyaniyek nivîskî da. Nauert, diyar kir ku ev biryar di çarçoveya Peymana Viennayê de hatiye stendin: "DYAyê karguzarê balyozxaneya Venezuellayê û konsolosê Houstonê wek kesê nexwestî îlan kiriye û divê di hundirê 48 saetan de welêt biterikînin."

Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo jî piştî hilbijartina serokatiya dewleta Venezuella ku di tûra ewil de bi serfiraziya Nicolas Maduro ve bi encam bû de got ku ev hilbijartin bi hîle ye: "DYAyê hilbijartinên bi hîle yên Venezuellayê şermezar dikin, binpekirina destûra bingehîn e û heqaretek li demokrasiya Venezuellayê ye."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Konsulxaneya Amerîkayê ya St. Petersburgê tê girtin û 60 dîplomat dersînor dibin
Venezuella nûnerê Amerîkayê dersînor dike
Ûkrayna, du rojnamevanên rûs dersînor kirin
Tirkiye îro û sibê dê 600 koçberî dersînor bike
Etîketan:
konsolos, dîplomat, dersînor, Heather Nauert, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de