03:15 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

'Erdogan qumara siyasî lîst ev jî bû sedema zêdebûna bihayê dolar'

© REUTERS / Stoyan Nenov
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya Financial Timesê (FT) derbarê ketina bihayê lîreyê tirk a li dijî dolar nûçeyek weşand. Di nûçeyê de biryara zêdekirina faîzan wek hemleyek rast hat dîtin û wiha hat gotin: "Otokratekî zane ye, dizane wê bikaribe çi kontrol neke, zêdekirina faîzan hemleyek rast û li gor berjewendiyên piyasayan bû."

Rojnameya Financial Timesê (FT) derbarê aboriya Tirkiyeyê û ketina bihayê lîreyê tirk a li beranberî dolar nivîsek nivîsand û got, "Divê rêvebir bi xwedîakil be, bizanibe polîtîkayên xwe jî biguherîne, zêdekirina faîzan hemleyek rast û li gor berjewendiyên piyasayan bû, dibe ku hin gavên din jî bên avêtin."

FTê da zanîn ku qumara siyasî hêdî hêdî ber bi rewşek bi rîsk ve diçe, tevdîr bo ketina bihayê lîreyê tirk neyê stendin Tirkiye dê bikeve rewşa beriya krîza sala 2001an û ew rojên berê dibe ku cardin bên jiyîn.

'BANKAYA NAVENDÎ SERXEBÛNA XWE WINDA DIKE'

Herwiha rojnameyê eşkere kir ku bankaya navendî serxebûna xwe winda dike, di mijarên hessas de biryar bi tenê ya Erdoan e. FT: "Bankaya navendî li dijî dolar ketina bihayê lîreyê tirk bi hemleya zêdekirina faîzan dikarîbû çareser bikra, lê newerîbû ev gav biavêta, ji ber ku Erdogan zêdekirina faîzan dijminê herî mezin yê nebaşiyan dibîne."

Herwiha rojnameyê got ku bi biryara hilbijartina pêşwext ve rîskek mezin hat stendin ku ev jî bû sedema zêdebûna bihayê dolar û wek qumara siyasî binav kir.

Bi heman mijarî:

Commerzbank: Tirkiye li benda hezîranê bimîne dibe dolar bigihîje 6 lirayî
Dolar li beramberî pereyê tirk rekoreke din şikand: Gihîşt bihayê herî zêde
Ji rojnamevanên ku tunekirina polîgona nukleerî bişopînin 10 hezar dolar hat xwestin
Dolar bi rekorek nû dest bi hefteyê kir
Etîketan:
pere, dovîz, dolar, FT, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de