09:49 23 Hezîran 2018
Dadgeh

Malbatê ji bo ku kurê wan ji malê biçe, serî li dadgehê da

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Syracuse yê Amerîkayê dayikekê û bavekî, ji ber ku bêkar e û mala xwe naterikîne, doz li kurê xwe yê 30 salî vekir.

MalbatLi gorî nûçeyeke BBCyê li bajarê Syracuse yê Amerîkayê dayikekê û bavekî, ji ber ku bêkar e û terka malê nake, doz li kurê xwe yê 30 salî vekir.

Hat argihandin ku di dosyeyên tomarkirî yên dadgehê de tê gotin ku kurê bi navê Michael Rotondo ji aliyê aborî ve û ji bo karên navmalê piştgiriya malbata xwe nake.

Hat diyarkirin ku ji 2yê Sibatê û vir ve dadgeh ji bo ku ji malê biçe, her tim hişyariyê dide Rotondo lê ew dîsa jî terka malê nake.

Li gorî dê û bavê wî Christina ve Mark Rotondo, kurê wan dibêje ji bo çûna ji malê ew têra xwe deme nadin wî. Malbata Michael Rotondo ji bo ku ew ji malê biçe, pêşniyariya peredayînê kir lê kurê wan ew pêşniyariya pereyan jî qebûl nekir.

Malbat li ser pêşniyariya dadgeha herêmî wê li hemberî kurê xwe serî li Dadgeha Biliind bide.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Milîtanan kerwana ku ji 300 malbat û rojnamevanan pêk dihat gulebaran kirin
‘Xwendekaran dest ji dibistanê berdan, gelek malbat jî bê xanî man'
Di navbera herdu rêxistinan de şerê dijwar: 38 kuştî û 9 hezar malbat ji cihên xwe bûn
'Malbat wekî lehiyê xwe teslîmî Pêşmerge dikin'
Piştî rizgarkirina Şingalê 11 hezar malbat vegeriyan warên xwe
Etîketan:
doz vekirin, Michael Rotondo, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de