00:49 20 Hezîran 2018
ABD Dışişleri Bakanı Mike Pompeo, Washington'daki Heritage Vakfı'nda 'Anlaşmadan sonra: Yeni bir İran stratejisi' başlıklı konuşma yaptı.

Pompeo Tirkiye û Rûsya bi xerabkirina rewşa Balkanan tawanbar kir

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îdia kir ku Rûsya û Tirkiye di nav hewla bêîstiqrarkirina rewşa Balkanan de ne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di rûniştina Komîsyona Têkiliyên Navnetewî ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de axivî.

Pompeo got, "Em ji xeteriyên li Bosnayê têdigihin. Em difikirin ku ew herêmeke gelekî girîng e. Em dizanin ku Rûsya gelekî hewl dide wê herêmê aloz bike."

Li ser pirsa rojnamevanekî ya ‘wekî tirkan?' Pompeo bersiv da û got, "Erê"

Pompeo herwiha da zanîn ku ew di nav hewldanê de ne ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên parastina hewayî S-400an nekire û diyar kir ku hêvî dikin Tirkiye vê neke.

 

Bi heman mijarî:

Êrîşên hewayî yên herî metirsîdar ên şerê dîroka modern
Rûsya: Hewla dewletên rojavayî ya civandina OPCWê ya taybet, Rûsya û Esadî dike armanc
Li Mêrdînê qezaya trafîkê rû da: 3 kes mirin
Rûsya: Tehdîda Amerîkayê ya 'Senaryoya Lîbyaye' tevahiya herêmê tehdîd dike
Têkiliya zewicandina bi zorê û kevçiyan
Etîketan:
Tirkiye, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de