22:50 21 Hezîran 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

'Sîxurê ku di ekîba min de bi cih kirin jî peymana nepen tespît nekir'

© Sputnik / SAUL LOEB
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê DYAyê Donald Trump daxuyand ku sîxurê FBIyê yê ku di ekîba wî ya hilbijartina serokatiya 2016an de dixebitî jî peymana nepen a bi Rûsyayê re tespît nekiriye.

Polîsê Servîsa Nepen a Amerîkayê FBI li New Yorkê
© AFP 2018 / MEHDI TAAMALLAH
Rojnameya New York Timesê (NYT) di nûçeya ku agahiyên xwe spart çavkaniyekê, eşkere kir ku navekî li Washingtonê tê nasîn, xebatkarê Qesra Spî û berê ji bo CIAyê agahî radihandin, di ekîba Trump de wek sîxur xebitîbû.

Trump li ser nûçeya NYTê di hesabê xwe yê twitterê de daxuyaniyek parve kir, "Sîxur di serê kampanyaya hilbijartinê de di ekîba min de cih girtiye û ti agahiyên derbarê peymana nepen ya bi Rûsyayê re tespît nekiriye, ji ber ku ti carî peymanek nepen nehatiye kirin. Sîxur bo armancên siyasî û serfiraziya hîlebaz Hillaryê xebitiye."

​NYTê diyarkiribû ku sîxur bi daxwaza FBIyê bi şêwirmendê Trump yê kampanyaya hilbijartinê George Papadopoulosî re hevdîtin kiriye û bo tespîtkirina hevkariya bi Rûsyayê re dest bi xebatan kiribû.

Bi heman mijarî:

DYA dixwaze li Venezuelayê demokrasiyê verast bike
‘DYA, Tirkiye û Hizbûllah jî tê de divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin’
Rûsya: DYA bi dorpêçên nû dixwaze fiyaskoya êrîşa ser Sûriyeyê telafî bike
Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
Etîketan:
kampanya, pêvajo, hilbijartin, NYT, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de