06:58 22 Hezîran 2018
Cristiano Ronaldo

100 werzişvanên navdar yên cîhanê diyar bûn

© Sputnik / Alberto PIZZOLI
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Kanala sporê ESPN a Amerîkayê lîsteya 100 werzişvanên navdar yên cîhanê eşkere kir. Li gor daxuyaniya ESPNê, fitbolîstê Real Madridê Cristiano Ronaldo di rêza dewil ya lîsteya navdarên werzişê de cih digre.

Lîsteya ku îsal cara sêyem hat eşkerekirin, Cristiano Ronaldoyê ku di medyaya civakî de xwediyê 121.7 mîlyon şopîner e di nav werzişvanên cîhanê de cihê xwe yê yekem cardin parast. Di daxuyaniya ESPNê de hat gotin ku Ronaldo di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de xwediyê 120 golan e û hat destnîşankirin, di hatiniya sponsoran de jî bihayê peymanên wî 40 mîlyon dolar e.

Di rêza duyam a lîsteyê de basketvanê tîma Cleveland Cavaliers a Lîga Basketbola Amerîkayê (NBA) LeBron James cih girt. Werzişvanê 33 salî di medyaya civakî de xwediyê 40.8 mîlyon şopînerane. Hat destnîşankirin ku James werzişanê herî baş yê NBAyê ye û bi hatiniya herî zêde ya peyamana sponsoran (55 mîlyon dolar) ve di nav werzişvanan de yekem e.

Di rêza sêyem a lîsteyê de fitbolîstê Barcelonayê Lionel Messiyê arjantînî hat bi cîhkirin. Fitbolîstê navdar di medyaya civakî de xwediyê 88.1 mîlyon şopînerane. Bihayê hatiniya peymana sponsoran a fitbolîstê 30 salî 25 mîlyon dolar e.

Etîketan:
navdar, xelat, werzişvan, fitbolîst, ESPN, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de