06:59 22 Hezîran 2018
Mike Pompeo

Mike Pompeo: Baweriya min bi xelkê Îranê tam e

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axaftina xwe de ragihand ku baweriya min temam e ku xelkê Îranê destûrê nade ku welatê wan wiha dewam bike û piştgiriya Amerîkayê dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axaftina xwe ya civîna çapemenî de bersiva rojnamevanan da. Pompeo di bersiveke de got: "12 xalên ku me pêşkêşî Îranê kirine ne tiştekî bêîmkan e. Me şertên hêsan pêşkêş kirin û eger bi zelalî bibêjim gelek welat bi vê re têkildar in."

Mike Pompeo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xelkê Îranê jî piştgiriya van daxwazên Amerîkayê dikin. Eger xelkê Îranê jî rêyeke ku dawiyê li vê rejimê bînin bibînin ez bawerim dê piştgiriyê bidin."

Pompe di axaftina xwe de dîsa bangî Îranê kir ku piştgiriya grûb û rêxistinên terorîst bibire.

Piştî biryara vekişandina Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji peymana nûkleerî, Mike Pompeo ji bo di peymana nû de cih bigre 12 xalên din pêşkêş kiribû.

Bi heman mijarî:

Pompeo ji bo ji nû ve lihevkirina bi Îranê re 12 şert danîn
Fermandarê îranî: Em ê bi kulman li devê Pompeo kevin
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Pompeo: Em ê mueyîdeyên herî giran li dijê Îranê bisepînin
Pompeo: Ez ji Kim Jong-un bawer dikim lê ji bo li hevkirinê em hê dûrê hev in
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de