06:57 22 Hezîran 2018
The Pentagon building in Washington, DC

‘Pentagon hewl dide bi êrişên sîberî sîstema moşek a dijminên xwe hilweşîne'

© AFP 2018 / STAFF
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) îhtîmala ku bi êrişên sîberî sîstema moşekên hewayî yên dijmin hilweşîne nirxand.

Li gor nûçeya Daily Beastê ku dispêre belgeyeke Pentagonê, eger rev ji êrişa moşekî tune be dibe ev îhtîmala êrişa sîberî were bikaranîn. Lê di belgeyê de navê welatê ku wê êriş lê were kirin tuneye.

Li gor pisporên amerîkî di hedefa êrişî sîberî ya Amerîkayê de îhtîmaleke meszin pêşî wê Koreya Bakur hebe.

Rojnameya New York Timesê di nûçeya xwe ya Gulana 2017an de ragihandibû ku rêvebiriya Barak Obama bi alîkariya hackeran hewl dabû ku ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur têk bibe.

Amerîkayê Rûsya jî di nav de gelek welat bi êrişa sîberî tehdîd kiribûn û serokê komîteya hêzên çekdar ê senatoyê John McCain ragihandibû ku divê em bi awayekî cidî ji bo tedwîreje wiha bifikirin.

Bi heman mijarî:

Ji Pentagonê mikurhatineke din: Leşkerên amerîkî pir kêm pêşde çûne
Ji Pentagonê daxuyaniya Îranê: Çi pêwîst be em ê bikin
Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
Pentagonê di budceya Amerîkayê ya sala 2019a de ji bo YPGê piştgirî xwest
Pentagonê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wek ‘paşgotin' nirxand
Etîketan:
Wezareta Parastin a Amerîkayê, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de