06:56 22 Hezîran 2018
Trump û Kîm

Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin

© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Koreya Başur re daxuyaniyek da û got dibe ku hevdîtina muhtemel a bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di demên pêş de ji ber gavên ku ew biavêje were paşxistin.

Hevdîtina Trump û Moon li Koşka Spî pêk hat. Trump û Moon li ser hevdîtina ku bi beşdariya Koreya Bakur a ku tê payîn 12 ê Hezîranê li Singapurê were lidarxistin gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin ku herdu serok ji wê civînê kêfxweş bûne lê Trump da eşkere kiriye ku ew ji helwestên dawî yên li Koreya Bakur kêfxweş nîne.

Trump amaje kir ku helwesta Serokê Koreya Bakur piştî ku bi Serokê Çînê re hevdîtinek pêk aniye guheriye. Trump Serokê Dewleta Çînê şibande ‘lîstikvanekî cîhanî yê pokerê'

'EZ DIXWAZIM BAWER BIKIM KU EW ALÎGIRÊ AŞTIYÊ YE'

Trump diyar kir ku ew hêvî dike ku Şî alîgirê aştiyê be li nîvgirava Koreyê, ez dixwazim bawer bikim ku ew alîgirê aştiyê ye.

'TRUMP DÊ DAWÎ LI ŞER BÎNE'

Moon jî da zanîn ku helwesta Trump ya ji bo dabînkirina aştiyê li nîvgirava Koreyê bandoreke erênî dike. Moon ji bo Trump got, ez bawer dikim ku dê zîrwe bi awayekî serkeftî pêk were û dê şerê li herêmê bi dawî bike.

 

Bi heman mijarî:

Trump giliyê FBIyê kir
Leşkerê ukraynî ji Trump re: Ez amade me şahidiya Kievê bikim ku çekên kîmyewî bi kar anî
Trump vê carê jî navê hevjîna xwe şaş nivisî
Etîketan:
Hevdîtin, Kim Jong-un, Donald Trump, Koıreya Bakur, Amer^ka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de