01:23 20 Hezîran 2018
Pentagon fence

Ji Pentagonê daxuyaniya Îranê: Çi pêwîst be em ê bikin

© Flickr/ Kevin Harber
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku gefa guhertina rejîmê li Îranê xwar, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî derbarê Îranê de daxuyanî da.

Berdevkê Pentagonê Rob Manning di civîna heftane ya rojnamevanî de li ser pirsên rojnamevanan got, Ew dê li dijî ‘çalakiyên xerab ên Îranê' çi pêwîst be bikin.

Manning li ser mercên ku Pompeo ji bo Îranê danîne û gefa guhertina rejîmê xwariye da zanîn, "Me got çalakiyên bi niyeta xerab ên Îranê ku li herêmê pêk tîne nebaş in. Ew hêzeke xerabkirina aramiyê ne li herêmê. Ez behsa gavên spesifîk nakim, lê Îran hêzeke bêîstiqrariyê li herêmê dabîn dike ye û ji bo rêgiriya wê çi ji destê me bê em ê bikin."

Manning bal kişand ser ku ji bo şikandina bandora Îranê ya li herêmê pêwîstî bi hewldanên xurt heye û Pentagon jî dê gavên nû bavêje.

Bi heman mijarî:

Pûtîn pirozbahî li Maduro kir
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşa çekdarî
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Jinek çawa dikeve ber tekerên trênê
Etîketan:
Îran, Pentagon, Amlerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de