09:47 23 Hezîran 2018
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...

© NASA . Danish Siddiqui/
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên derve yê Amerîka Mike Pompeo di axaftina xwe ya demek berê ku gef li Îranê xwaribûn û diyar kiribû ku ew dê mueyîdeyên herî giran li dijî Îranê bisepînin. Serokomarê Îranê Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da, "Tu kî yî ku li ser navê Îranê û cîhanê biryar didî?"

Piştî fişarên Pompeoyî yên li ser Îranê û mercên ku dabûne pêş dihat meraqkirin bê ku rêveberiya Îranê bersiveke çawa bide.

Li gorî zanyariyên nûçeya ILNAyê Serokomarê Iranê Hesen Rûhanî bo Mike Pompeoe wiha axivî, "Tu kî yî ku li ser navê Îranê û dinyayê biryarê didî?"

Rûhanî amaje kir ku êdî nayê qebûlkirin ku Amerîka bi yek alî li ser navê welatên din biryaran bide, "Ew serdem li paş ma, êdî welat serbixwe ne."

Serokomarê îranî Hesen Rûhanî rewşa Îranê piştrast kir û bi saya gelê wî welatê dê ew dê li rêya xwe berdewam bin.

Mike Pompeo
© AP Photo / Manuel Balce Ceneta

Rayedarekî îranî ku ne xwest navê wî were eşkerekirin ji Reutersê re axivî:

"Amerîka ji bo ku Îran serê xwe bi çemîne fişaran dike da ku daxwazên xwe yên ne qanûnî bide qebûlkirin" Rayedatrê îranî parast ku kir ku Pompeo bi van daxuyaniyan dide xuyakirin ku bi awayekî teqez ew li dû guhertina rejîmê ye.

 

Bi heman mijarî:

Ruhani ji Amerîkayê re: Stratejiyên me yên ku hûn hêvî nakin hene
Ruhani li Tehranê bi Seroka Meclîsa Sûriyê re civiya
Etîketan:
Daxuyanî, Hesen Ruhani, Mike Pompeo, Iran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de