09:11 18 Hezîran 2018
Mike Pompeo

Pompeo: Em ê mueyîdeyên herî giran li dijê Îranê bisepînin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştê vekişandina Amerîkayê ya ji peymana nukleerî stratejiya Amerîkayê bi çapemeniyê re wê parve bike.

Mike Pompeo di axaftina xwe de van gotinan kir:

*Eger îran rotaya xwe neguherîne, wê mueyîdeyên Îranê mezintir bibin û pê re tengasiyên Îranê jî wê mezintir bibin.

*Amerîka mueyîdeyên xwe yên di derbarê Îranê de pêş ve dibe, dema ku temam bibe wê bibin mueyîdeyên herî mezin di nav yên ku heta îro hatine kirinê de.

*Mueyîdeyên Amerîkayê dema ku bi hemû hêza xwe dest pê bike, aboriya Îranê wê di navbera man û nemanê de bimîme.

*Muhafizên Hêzên Qudsê li Ewropayê sûîqestan dikin.

*Amerîka û muttefikên xwe, wê endamên operasyonên Îranê û şirîkên wan yên ji nav Hizbullahê li herderê dinyayê bişopînin û wan hilweşînin.

*Amerîka wê cardin li ser peymana ku ji vekişiya muzakereyê neke.

*Divê Îran muameleya xwe ya li hember hemwelatiyên xwe baş bike û sermaya xwe li derveyê welat di operasyonan de bi kar neyîne.

*Êger Îran guherînên mezin bike Amerîka amade ye ku cardin hemû mueyîdeyan rake û tiyêkiliyên xwe yên  ticarî cardin bide destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu û Pompeo dê li hev kom bibin
Pompeo: Ez ji Kim Jong-un bawer dikim lê ji bo li hevkirinê em hê dûrê hev in
Trump: Pompeo, ji Koreya Bakur bi ‘mêvanên xwe’ re vedigere
Ji Pompeo bo Koreya Bakur: Ev jesteke baş e
Etîketan:
peymana nukleerî, Mike Pompeo CIA, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de