05:57 21 Hezîran 2018
Amerîka - Çîn

Amerîka: Em şerê bi Çînê re didin rawestandin

© REUTERS / Carlos Barria
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Steven Mnuchin di axaftina xwe de ragihand ku şerê bazirganî yê bi Çînê ji bo demekê hat rawestandin.

Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Steven Mnuchin di axaftina xwe ya televîzyona Foxê de got: "Gengeşiya bazirganî yê navbera Amerîka û Çînê ku li ser baca gumrikê destpêkiri bû ji bo lihevkirinê hat rawestandin. Yanî em şerê xwe yê bazirganî didin rawestandin. Hetanî em li ser çarçoveyekê li hev bikin ev dê wiha were sekinandin."

Steven Mnuchin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hecma bazirganî ya navbera Amerîka û Çînê dê fireh bibe. Di nava 3-5 salên pêşiya me de standina enerjiyê wê bigihîje asta 50-60 milyar dolarî û ji hêla stratejîk ve ev hem ji bo me û hem jî ji bo wan pir girîng e."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftineke xwe ya dawiya meha nîsanê de ragihandibû ku ji bo çareseriya gengeşiya bazriganî ya navbera Washîngton û Pekînê dê Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê Steve Mnuchin di nava çend rojên pêş de serdana Çînê bike. Mnuchin jî serdana Çînê kiribû û ji bo çareseriya perobleman çend civîn li dar xistibûn.

Bi heman mijarî:

Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
Şerê aboriyê yê di navbera Amerîka û Çînê de gur dibe
Serokê Çînê: Em piştgiriyê didin hevdîtina Amerîka û Koreya Bakur
‘Dibe Amerîka li hemberî Rûsyayê û Çînê têk biçe'
Amerîka di pêşbirka zîrekiya kartêker de heye ku li hember Rûsya û Çînê têk biçe
Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
Etîketan:
Wezîrê Xezîne yê Amerîkayê, Steven Mnuchin, Çîn, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de