15:50 19 Hezîran 2018
Melania Trump-Donald Trump

Trump vê carê jî navê hevjîna xwe şaş nivisî

© REUTERS / Axel Schmidt
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump her çiqas bixwaze peyamên wî yên li ser Twitterê wekî daxuyaniyên fermî werin qebûlkirin jî, xeletiyên nivisînê her tim dibe sedem ku ew cidî neyê girtin. Trump vê carê jî navê jina xwe ya First Lady Melania Trump şaş nivisî.

Serokê Amerîkayê Trump ji bo ku eşkere bike hevjîna wî Melania Trump piştî emeliyeta gurçikê vegeriyaye malê, li ser Twitterê peyamek parve kir lê di wê peyamê de navê hevjîna xwe şaş nivisî û ji ber vê yekê jî bû benîştî devê bikarhênerên Twitterê.

Ji ber ku Trump di peyama xwe ya Twitterê de navê rast ê hevjîna xwe ‘Melania' bi awayekî şaş wekî ‘Melanie' nivisî: "Ji ber ku First Ladya me vegeriyaye mala xwe ya Koşka Spî, gelekî baş e. Rewşa Melanie baş e û her ku diçe baştir dibe. Ji bo diayên we spasiya we dikim."

Trump ji bo ku li pêş xelkê bi awayekî nazik li hemberî hevjîna xwe tevnagere, gelek caran tê rexnekirin. Di vê peyamê de jî Trump her çiqas hewl da nivîsa xwe ya şaş rabike û li şûnê ya rast binivîse jî, bikarhênerên medyaya civakî dîmenê wê peyamê girtin û parve kirin. Heta li ser Twitterê etîketa #Melanie bû TT.

Bi heman mijarî:

CBS: Rêvebiriya Trump biryara birîna alîkariya muxalifên Sûriyeyê da
Yekîtiya Ewropa: Em nikarin tevgerên Trump texmîn bikin
Trump: Hevdîtina bi Kim re çênebe em ê derbasî pêngava didin bibin
The Wall Street Journal: Trump ji ber `Herika Bakûr-2` guşarê li Merkelê dike
Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
Etîketan:
Serokê Dewleta Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de