20:25 20 Hezîran 2018
This image taken from video shows the campus of Santa Fe High School, Friday, May 18, 2018, in Santa Fe, Texas

Li Texasê êrîşî dibistanekê kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

© AP Photo/ KTRK-TV ABC13
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li eyaleta Texsasê ya Amerîkayê li dibistaneke navîn ji aliyê kesekî ve êrîşa çekdarî hatiye kirin. Li gorî agahiyên medyaya Amerîkayê herî kêm 8 xwendevan mirine û êrîşkar hê jî di dibistanê de ye.

Li eyaleta Texsasê li herêma Galvestonê di dibistana navîn ya bi navê Santa FE êrîşeke çekdarî hat kirin. Li gorê îfadeyên kesên dîtî êrîş di pola hunerê de hatiye kirin. Hêzên ewlehiyê dibistanê dorpêç kirine û lê dixebitin ku mudaxeleyê bikin.

Li gorî agahiyên di medyay Amerîkayê de hatin parvekirin herî kêm 8 xwendevan hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê ve hatin parvekirin, kesekî hatiye binçevkirin û polîsekî jî birîndar bûye. Di derbarê bûyerê de hê daxıyaniyekê fermî nehatiye dayîn.

 

Bi heman mijarî:

Li Silêmaniyê li hemberî Tevgera Goranê êrîş pêk hat: 6 kes birîndar bûn
Êrîş, birîndarkirin û fişar di dengdana herêmên nakok de: Du namzetên kurd birîndar in
Tirkiye: Êrîş ji Til Rifetê çêbibe, em ê destwerdanê li wir bikin
Li standa IYI Partiyê êrîş hat kirin, birîndar hene
Etîketan:
êrîş, amerîka, AmerÎka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de