20:55 20 Gulan 2018
    Ala Îranê

    Amerîka: Em ê li dijî Îranê hevpeymaneke navdewletî ava bikin

    © AP Photo / Ronald Zak
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Washington hewl dide li dijî Îranê û hewldanên wê yên ji bo têkbirina aramiya Rojhilata Navîn hevpeymaneke navdewletî ava bike.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna xwe ya rojnamegeran de diyar kir ku Amerîka ji bo pêkanîna hevpeymaneke nû hewl dide.

    Nauert di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Amerîka bang li piraniya welatên li cîhanê dike ku çavdêriya Komara Îslamê Îranê bike û wan hewldanên Tehranê yên ji bo têkbirina aramiya Rojhilata Navîn bişopînin."

    Berdevka wezareta Amerîkayê herwisa derbirî ku armanca ne xelkê Îranê ye, detshilatdariya Îranê ye.

    Ligel vê yeke hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja duşemê dê daxuyaniyekê bide û tê payîn ku di wê daxuyaniyê de cihekî girîng dê bide Îranê.

    Bi heman mijarî:

    Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
    Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn
    Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike
    Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
    Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
    ‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'
    Etîketan:
    hevpeymana navdewletî, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de